HDP nêzîkatiya Dawutoglu gelekê ji dil nabîne
Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, di 27'ê Gulanê de serdana Diyarbekirê kiribû. Dawutoglu bi akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û hin rûspiyên civaka Kurdan re civîn pêk anî û di derbarê Pirsgirêka Kurd peyamên nerim dabû. Hin siyasetmedarên AK Partiyê ku ji polîtîkya partiya xwe nerazîbûn jî beşdarî civînê bûn. Yek ji van jî Aydin Altaç bû. Altaç, Serokê Berê yê Şaxa AK Partiyê ya Diyarbekirê bû. Li gorî nirxandina Altaç; di dema serokwezîrtiya Dawutoglu de pêwendiyên Tirkiye, Kurdistan û Rojava baş bûn û Dawutoglu dixwest ku Pirsgirêka Kurdên bakur jî bi demokrasiyê çareser bibe.
Serokê Berê yê Şaxa Ak Partiya Diyarbekirê Aydin Altaç ji K24ê re got: "Birêz Dawutoglu bi her awayî alikarê diyalogê ye û alikariya çêbûn û başbûnê ye û vê dixwaze. Eger ku di dema Serokwezîr Ehmed Dawutolu de fikrên wî biketina meriyetê ez bawer dikim dê wê demê evqas kuştin jî çênedibû û em ew qas ji hev û din jî dûr nediketin."
Ahmet Dawutoglu di 6'ê Îlona 2014'an bû Serokwezîr. Lê piştî 20 mehan ango di 5'ê Gulana 2016'an de di nav nîqaşên siyasî de dest ji peywîra xwe berda. Di serdema Dawutoglu de pêvajoya çareseriyê dest pê kir û bi dawî bû û bi têkçûna pêvajoyê gelek bûyerên mezin wekî, Kobanê, şerê xendekan, teqîna Pirsûs, Enqere û Diyarbekirê çêbûn. Di van bûyeran de bi sedan sivîl û hêzên ewlekariyê canên xwe ji dest dan. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Salîha Aydenîz, ji ber bûyerên ku di serdema Dawutoglu de qewimîne, wî ji dil nabîne.
Salîha Aydenîz diyar kir: "Em nêzîkatiya Dawutoglu gelekê ji dil nabînin. Di serdema Serokweîrtiya Dawutoglu de li Sûr, Cizîrê gelek bûyer çêbûn, mirovan canê xwe ji dest dan. Heger Dawutoglu ji dil ve bila berî her tiştî qala van bûyeran bike."
Serokwezîrê Berê Ahmed Dawutoglu di axaftinên xwe de rexneya li polîtîkaya partiya xwe dike û dibêje; divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Kurdan aştiyane û dostane be. Kesên ku nêzî AK Partiyê ne, lê polîtîkaya AK Partiyê rexne dikin; ji Dawutoglu bi hêvî ne lê belê aliyên HDP'ê û nêzî HDP'ê tu baweriyê bi Dawutoglu naynin, lê dîsa jî amaje dikin ku piştgiriya hewilên aştiyê dikin.
K24
