Kamaç: Nabe pirsa Kurd li Tirkiyê tenê wek deng bê dîtin
Parlementera HDP Saliha Aydeniz got, dewleta Tirkiye ji sed salî ve bi tundî siyasetên tunekirin, qirkirin û şer li hember mafê gel Kurd meşandiye. Di salên dawiyê de hema siyastê dimeşîne û naxwaze têbigihe mafên gelê Kurd. Vê siyasetê ti encam nedan.
Herwiha got: Di hilbijartinên 31ê Adara bûrî de diyar bû, Tirkiye bê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê nikare ti gavê bavêje û hat diyarkirina rola Kurd gelekî girîng e.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç got, di hilbijartên 31ê Adarê de diyar bû ku çawa rola Kurd li ser balansa siyasî ya Tirkiyê hebû. Ev jî dê di pêşerojê de diyar bibe, ka dê sedema pêvajoya çareseriyê, yan na. Bajarê mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dengê Kurdan hat yekalîkirin, tekez jî evê ji bo pêşerojê siyasetekê ava bike.
Herwiha got: Di sed salî pirsa Kurd û Kurdistanê bi şer û tunekirinê çareser nebû, lewre divê riyên nû û demokratîk bê ezmûnkirin û pêvajoyeke çareseriyê bi awayekî demokratîk û bi muzekereyê danûstandin li ser bên kirin.
Amaje bi wê yekê kir jî, divê siyasetmedarên partiyên Tirk ne tenê di dema hilbijartinan de behsa pirsgirêka Kurd bikin, divê bi awayekî berdewam be û pirsgirêka Kurd ne wek pirsgirêkeke mirovî tenê. Heger pirsa Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî nayên çareserkirin.
Miabin partiyên Tirkiyê di dema hilbijartinan de, dema dibînin ku dengên Kurdan hin guhartinan çê bikin, behsa pirsa Kurd dikin. CHP jî heta niha di hilbijartina dawiyê de jî me nedît ku bi bawerî li ser pirsa Kurd sekiniye. Kurd di Tirkiyê de dengek tê dîtin, lê divê pirsa Kurd bi awayekî bingehîn bê çareserkirin.
K24
