Li Kerkûkê 710 malbatên DAIŞê hene!
Parlemanter Rêbwar Taha ji K24ê re ragehand, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene, ji wan 260 malbat xelkê Kerkûkê ne û 450 malbat jî xelkê bajarên din ên Iraqê ne.
Herwaha got, di civînekê de wan ji parêzgar û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê re gotin, divê hikûmeta Iraqê malbatên DAIŞê yên ji bajarên din in, vegerînin bajarên wan. Ewên ji xelkê Kerkûkê ne jî di kampan de bêne bicihkirin û di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bin.
Rêbwar Taha ragehand, hêzên ku niha li Kerkûk ne xerîb in û ne şarezayî rewşa bajêr in, vê yekê jî hîştiye valahiyeke ewlehiyê çêbibe. Wek nimûne, berî teqînên Kerkûkê zanyarî li cem dezgeha îstixbaratê hebûn û wan bi xwe di civînê de nivîs pêşan dan ku zanyariyên wan derbarê wan teqînan de hebûn, lê nekarîn rêgiriyê lê bikin, ji ber ku ew ne xelkê bajêr in û ne şareza ne.
Amaje bi wê jî kir ku, heger armanca Hikûmeta Iraqê parastina rewşa Kerkûkê ye, divê hemahengiyê bi Pêşmerge re bike, ji bo rewşa Kerkûkê biparêze.
Êvara 30î Gulanê 7 teqînan li Kerkûkê rû dan û 2 bombe jî hatin pûçkirin, di encamê de hejmarek kes bûn qurbanî.
Basnews
