• Friday, 13 February 2026
logo

Li Amerîkayê êrîşek çekdarî pêkhat: 12 kes mirin, 4 kes birîndar in!

Li Amerîkayê êrîşek çekdarî pêkhat: 12 kes mirin, 4 kes birîndar in!
Li bajarê Virginia Beach ê ser bi eyaleta Virginia ya Amerîkayê, li ser avahiya şaredariyê êrîşek çekdarî pêkhat û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, xebatkarekî şaredariya Virginia Beach piştî nîvro ket avahiya şaredariyê û bi çeka dest xwe ve ketober gule li derdorê berdan.

Berpirsê polîs James Cervera ji rojnamevanan re ragehand, di êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Carvera got, êrîşkar piştî ku bi polîs re ket pevçûnekî dirêj, bi awayê kuştî hat bidest xistin.

Derbarê bûyerê de hêzên ewlehiyê lêpirsîn dan destpê kirin.

Herwaha parêzgerê Virginia Beachê Bobby Dyer ragehand: ‘’Ev bûyer di dîroka bajarê Virginia Beach de roja herî bi êş û elem e.’’

Li gor daxuyaniya Qesra Spî jî serokê Amerîkayê Donald Trump ji bûyerê hatiye agahdar kirin û bûyerê ji nêz de dişopîne.

Basnews
Top