• Friday, 13 February 2026
logo

PDK ji YNKê daxwaz dike berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibîne!

PDK ji YNKê daxwaz dike berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibîne!
Îro bi boneya 44.mîn salvegera damezrandina YNKê, polîtburoya PDKê peyamekî pîrozbahiyê arasteyî polîtburoya YNKê kir û daxwaz kir hemû aliyek berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibîne.

Di peyama PDKê de tê gotin: ‘’Bi boneya 44.mîn salvegere damezrandina YNKê, em pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û hemû alîgiran dikin, em hêvîdarin di xebat û xizmetê de berdewam bin, ji bo bidest xistina mafên rewa yên gelê me.’’

Herwaha tê gotin: ‘’Herêma Kurdistanê û Iraq û navçe bi giştî di mercên hestyar de ne û tejî ye li guhertinê ve. Ji ber wê erkê hemû hêz û aliyên niştimanperwer mil bidin milê yek berpirsyariya qonaxê û pêşeroj û çarenivîsa gel û netew û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê ser hemû tiştekî re bibînin.’’

Dawiya peyamê de tê gotin: ‘’Em hêvîdarin ev salvegere dehfbide bo yekdestî û yekrêziya navxwe ya partiya we ya tekoşer û hêvinê zêdetir a yek gotara siyasî û hevpeymaniya rasteqîn û karê hevbeş ê hemû hêz û aliyê siyasî jî be bo bihêz kirina stûnên ezmûna me û parastin û bidest xistina destkeftên zêdetir bo gelê me.’’



Basnews
Top