• Saturday, 14 February 2026
logo

Pentagon dîsa pêşniyara Erdogan red kir

Pentagon dîsa pêşniyara Erdogan red kir
dibêje em li dijî ava kirina komîteya hevbeşin
Wezareta berevanî ya Amerîkayê Pentagon daxuyaniyek belav kiriye û tê de diyar kiriye ku Serokê Amerîk û Serokê Tirkiyeyê di giftûgoya xwe yaku bi rêya telefûnê pêk anî bûn, behsa çend mijarên serekî weke qirîza S400an ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kirine.

Pentagon diyar kiriye ku Amerîka careke din ji Tirkiyeyê re gotiye ku lazime dev ji S400an berde lêbelê Tirkiye hîn jî bersif nedaye.

Di beşeke din ya daxuyaniya Pentagonê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Erdogan ji Trump re gotiye bila komîteyeke hevbeş bo kar kirin li ser vê mijarê were avakirin lêbelê Trump ev pêşniyara han red kiriye û em jî weke wezareta berevanî li dijî ava kirina vê komîteyê ne û lazime Tirkiye dev ji S400an berde.

Top