• Saturday, 14 February 2026
logo

Pompêw careka din hewil dide Ewrûpayîyan biêwilîne bo dijatîkirina Îranê

Pompêw careka din hewil dide Ewrûpayîyan biêwilîne bo dijatîkirina Îranê
Wezîrê derveyê Emerîkayê gehişte Berlînê bi armanca bi destvehînana piştîvanîya Elmanîyayê li dijî Îranê.

Mayîk Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê serdana berlînê kir û biryare li gel Engêla Mêrkil gotûbêjan bike li ser mîkanîzmên rêgirtinê ji xwazfirehîyên Îranê.

Wezîrê derve yê Emerîkayê ji bilî Elmanîyayê, serdana hinek welatên din jî yên Ewrûpayê dê bike, wek Siwîsra, Holend û Birîtanîya û pirsa Îranê li gel wan gotûbêj dike.

Hêj Ewrûpa rijte li ser wê yekê ku pabend be bi rêkkevtinameya Etomîya Îranê û berdewam be li ser bazirganîyê li gel Îranê, lê Waşitunê divêt ew ûmêda Îranê durist kirîye li ser Ewrûpayê nehêle.

Berê jî weîzrê derveyê Emerîkayê çend caran serdan Ewrûpayê kiribû û daxwaz ji wan kiribû pişta xwe bidin Îranê, lê hewlên wî bê sûd bûn.

K24
Top