• Friday, 13 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî: YNK jiber kêşeyên navxweyî beşdarî dengdanê nebû

Hoşyar Zêbarî: YNK jiber kêşeyên navxweyî beşdarî dengdanê nebû
Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (KDP) Hoşyar Zêbarî dibêje ku agahîya wan tunebû ku Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wê beşdarîya dengdana seroktîya Herêma Kurdistanê neke.Herwiha Zêbarî dibêje YNK ji ber kêşeyên navxweyî beşdarî dengdana hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê nekiriye.

Hoşyar Zêbarî ji VOAyê ra axivîye û gotiye: "Me li hev kiribû ku endamên YNKê di dengdanê de amade bin, lê wan ne jiber pirskirên bi me re yên ser Kerkûkê, lê jiber arîşeyên navxweyî tev li dengdanê nebûne.Em ji meha 11an a 2018an va li hêviya YNKê ne. Me çend rêkeftin kirin, em çenda cara pêkva daniştin. Me guh da nîgeraniya wan û me got divê pêş hemû tiştî proseya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bibe. Wê demê em dikarin, pirsa Kerkûkê, pirsa Hewlêr – Bexdayê û gelek pirsên din çareser bikin û me li ser wê yekê li hev kiribû. Em ne li hêviya wê biryara wan bûn lewre me rêkeftin hebû.”

Herwiha Hoşyar Zêbarî amaje bi wê yekê jî kiriye YNK dibêje wan ji ber pirsa Kerkûkê beşdarî di dengdanê da nekiriye lê di rastiyê daw di nava balên YNKê da naokokî hene û ji ber wê yekê YNK beşdarî dengdana parlementoyê nebûye. Herwiha ew ê li benda YNKê nemînin û proseya avakirina hikûmetê bidomînin.

Basnews
Top