• Saturday, 14 February 2026
logo

Kosret Resûl daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê kir

Kosret Resûl daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê kir
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî teqînên şeva bihorî yên li Kerkûkê şermezar kir û ragihand, erkê hikûmeta Iraqê û saziyên ewlehiyê ye ku bikerên teqînan bibînin û ceza bikin. Kosret Resûl herwiha daxwaz kir, aliyên Kurdistanî hewlên xwe bixin kar ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.



Şeva bihorî 6 teqînên li pey hev li nav bajarê Kerkûkê çê bûn û li gor agahiyan, di encama wan teqînan de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. Kosret Resûl Elî jî bi peyamekê de ew teqîn şermezar kirin û serxweşî li kesûkarên şehîdên van bûyerên terorîstî kir û hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re xwest.



Cîgirê Sekreterê Giştî yê ragihand: “Erkê hikûmeta Iraqê û saziyên ewlehiyê yên Kerkûkê ye ku bi zûtirîn dem bikerên van kiryarên terorîstî bibînin û ceza bikin. Ev kiryarên terorîstî astengên sereke ne ji bo pêkvejiyana aştiyane ya navbera aliyan û dibin asten li pêşiya asayîbûna rewşa bajêr.”



Kosret Resûl daxwaz ji aliyên Kurdistanî kir ku hewlên xwe bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dest pê bikin û got: “Bila em hemû pêkve ji bo parastina jiyana hevwelatiyan û asayîbûna rewşa navçeyê, hewlên xwe bixin kar bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî, bi corekê ku hemahengî û hevbeşiyeke temam di navbera Hêzên Pêşmerge û Asayiş û hêzên ewlehiyê herêmê û Artêşa Iraqê de hebe.”


Rudaw
Top