• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî bi tundî kirdarên terorîstiyên bajarê Kerkûkê şermezar kir

Serok Barzanî bi tundî kirdarên terorîstiyên bajarê Kerkûkê şermezar kir
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de zincîre teqînên Kerkûkê şermezar kir û daxwaz ji hikumta Îraqê kir bi zûtirîn dem encamderên evê tawanê aşkera bikin û bigehin sizayên xwe.

Deqa peyama serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiyeke zêde li şeva pênçşem 30.05.2019 li encama zîncîra teqînekî terorîstiya li bajarê Kerkûkê hejmarek hemwelatî şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî van kirdarên terorîstî şermezar dikîn, serxweşiyê jî li kesukarên qurbaniyên wê rûdana terorîstî dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn bi zûtirîn dem encamderên van tawanan bêne eşkere kirin û bigihînin sizayên xwe.

Armanca terorê têkdana pêkvejiyana pêkhatên Kerkûkê ye û metirsiyekî mezine li ser jiyana hemwelatiyan û bexteweriya xelkê. Ji bo rûbirûbûna êrîşên terorê jî bi taybet li bajarê Kerkûkê pêwîste karên hevbeş û hemahengiyeke tevahî li navbera Hêzên Pêşmerge û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hebê. Ewe jî bi navê nehiştina êrîşên terorê û parastina pêkhatan û vegerandina Kerkûkê li rewşa xwe ya asayî be.

Mesûd Barzanî
31.05.2019
Top