148 jin û zarokên DIŞIê radestî hikûmeta Ozbekistanê hatin kirin
Kongreya çapemeniyê li avahiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo li dar ket.
Berdevkê Gerînendeya Têkiliyên Derve Kemal Akif, balyozê giştî yê hikumeta Ozbekistanê yê Îmaratê Elî Şêr Sulomulov, şandeyek ji YPG û Desteya Jin a Herêma Cizîrê tev li kongreyê bûn.
Di kongreyê de aliyên Rêveberiya Xweser radestkirina 148 DIŞIê‘yên li kampa Holê diman ragihand û diyar kir ku van kesan di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de xwe radestî QSD‘ê kirin.
Balyozê Ozbekistanê yê li Îmaratê spasiya QSD‘ê kir ku jin û zarok rizgar kirine û wan vedigerînin welatên wan.
Di dawiya kongreyê de herdu aliyan belgeya radestkirinê îmze kirin.
