HDP bo Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya we ji bo Kurdan bibe wesîleya xêrê
Hevserokên HDPê di peyama xwe de dibêjin ku ew hêvîdar in Nêçîrvan Barzanî bikaribe “di bihêzkirina yekîtiya netewî ya kurdan û dabînkirin aştî û aramiya hermê de” tevkariyekê bike.
Di berdewamiya peyam HDPê de hatiye gotin: “Serokwezîrtî jî di nav de heta niha te gelek erk lixwe girtine. Em bawer dikin ku tu dê bikaribî pirsgirêkên navxwe û derve bi rêbazên aştiyane û gotubêjan çareser bikî.
Hevserokên HDPê hêvî dikin ku Serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û herwiha bo tevahiya Kurdan bibe sedema xêrê û tekez dikin: “Em weke HDP, wiha dibînin ku çareserkirina tevahiya krîzên rêveberî, civakî û siyasî yên welatê me û herêma me bi rêveberiyeke aştiyane û îradeya gel û bi rêya diyalogê dibe. Bi vê wesîleyê, em weke HDP hêvîdar in erka we ya nû ji bo gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî û tevahiyan Kurdan bibe wesîleya xêrê. Em ji dil pêşwazî li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiya gelê Başûrê Kurdistanê dikin.”
Rudaw
