• Saturday, 14 February 2026
logo

Dayikên Kurd bangê li dewleta Tirkiyê dikin

Dayikên Kurd bangê li dewleta Tirkiyê dikin
Tam heft meh berê li Tirkiyê ji bo ku li dijî tecrîtê dengê xwe bilind bikin bi serkêşiya Leyla Guven grevên birçîbûne hatibûn destpêkirin. Piştî Leyla Guven bi hezaran Kurdên girtî ên di zindanên Tirkiyê de jî, piştgirî dabûnê û tevlî çalakiyê bûbûn. Lê digel çalakiya girtiyan aliyê ku di vê serdemê de zêdetir derkete pêş, hewlên dayikên Kurd û bênavber berdewamiya çalakiyên wan bûn. Ji Diyarekirê heta Stnebolê, ji vir heta Kocaelî û Boluyê û Îzmîrê, Maraş, Aydin, Wan, Êlih û bi dehan li bajarên din, dakiyên Kurdan li ber deriyê girtîgehan ji bo jiyan û tendûristiya zarokên xwe, canê xwe dan ber sîng û beran. Digel ku gelek caran hatin binçavirin û heqaretên mezin jî li wan hatin kirin; dev ji têkoşîna xwe bernadan. Ev dayik piştî ku çalakî bi dawî hatin ji Tirkiyê dixwazin ku zarokên wan derman bike û seqet nehêle.

Dayika Kurd ya girtiyên di grêva birçîbûnê de, diêje: "Dewlet bellîye ku nikare wan xwedî bike. Qeweta wan tinne yan jî newêrîn. Bila teslîmî malabatê bikin bêjne malbatê wan me nekarî zarokên we xedî bikin. Bila van zarokan radestî malbatan bikin. Emê zarokên xwe xwedî bikin. Ez gazî hemû dinyayê dikim. Şerm e, eybe û eybe..."

Dayikên Kurd gelek caran li ber girtîgehên Diyarbekir û Gebzeyê beramberî zor û zilmên man. Heta polîsan ew wek welatiyên bervaêtî, bi destan daf didan û li nava çavê wan dinihêrt û digot; "bila zarokên we bicehmin bimirim me çi jê ye." Lê dîsa dayikan, dest ji hewla parastina mafê jiyana zarokên xwe bernade û heta çalakiya grevên birçîbûnê bi dawî hat, neçûn û li malên xwe rûneniştin. Niha jî bangê li wezaretan dikin da ku peşî li ber zilma li ser zarokên wan, bê girtin.

Dayika Kurd ya girtiyên di grêva birçîbûnê de, got:"Hê jî zilm û zordarî berdewam e. Em ji dewletê dixwazin bila berpirsiyariya xwe bizanibe. Dema di welatekî de nexweşî hebe hemû ji wê nexweşiyê zirarê dibînin. Em dîsa bangê dikin ji Wezîrê Tenduristiyê, Wezîran re, Serokwezîran re, Serokkomar re, rastî eybe fedî ye û şerme ji vê Tirkiyê re."

Dayika Kurd ya girtiyên di grêva birçîbûnê de, got:"Ma bila zarokê me bimirin. Li Tirkiyê ne mafê mirovan heye ne jî hiqûq. Bawer bike em ku de herin nema zanin. Tirkiue berbat bûye. în bike Kurd li kû derê bin bila bibin yek. Bibine yek wê bibin dewlet bibin hertişt."

Gelek dîmenên ku wê li dîrokê bêne tomarkirin hatin kişandin li ber deriyê girtîgehan ên dayikên Kurd ku çawa bi erdê ve dihatin xijkandin. Lê wan dîsa jî got; em aştiyê dixwazin û azadiya zarokên xwe dixwazin. Wan her car dida zanîn ku pêdiviya vî welatî bi wekheviyê heye beyî ku Kurd wek welatiyên dûyem an sêyem bên dîtin. Niha jî ev dayik doza bi tenê tiştekî dikin, ji rayedarên Tirkyê dixwazin ku li dijî zarokên wan muameleyeke mirovane bikin

Basnews
Top