• Friday, 13 February 2026
logo

Parlamenterên kurd bo aktîf kirin û çalak kirina madeya 140 îmza kom dikin!

Parlamenterên kurd bo aktîf kirin û çalak kirina madeya 140 îmza kom dikin!
Parlamenterên kurd li parlamentoya Iraqê bo aktîf kirin û çalak kirina madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê îmzayan kom dikin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî soz daye fraksiyonên Kurdistanê ku madeya 140 bixe bernameya kar bo aktîf kirina wê madeyê.

Ji bo aktîf kirin û çalak kirina wê madeyê fraksiyonên Kurdistanê îmzayan kom dikin û dê bidin serokatiya parlamentoya Iraqê.

Li gor madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê, pêwîste hikûmeta Iraqê wan navçeyane asayî bike û erebên ku piştre anîne wegerînin navçeyên wan.

Herçend ew destûr di sala 2005ê de ji aliyê zêdetirî sedî 80 gelê Iraqê û Kurdistanê ve hate pejirandin jî, lê hikûmetên Iraqê heta naha ew madeya destûrî bicîh neanîne.

Basnews
Top