• Saturday, 14 February 2026
logo

YNK: Bijardeya guftûgoyê baştirîn riya çareseriyê ye

YNK: Bijardeya guftûgoyê baştirîn riya çareseriyê ye
Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî li Silêmaniya civiya û rewşa siyasî ya Kurdistanê û dawî pêşhat guftûgo kirin.

Encûmena Serkirdatiya YNKê di daxuyaniyê de ragihand, biryarên civîna berê yên Encûmena Serkirdatiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina daxwazên gelê Kurdistanê li Herêm, Bexda û Kerkûkê bi kirdarî berceste dikin, ji bo pabendbûna bi naveroka rêkeftina YNK û PDKê bi armanca bicihkirina wê.

Encûmena Serkirdatiya YNKê tekezî li wê yekê kir, YNK xwe wek hêzeke berpirsyar di çarenivîsa gelê Kurdistanê û bicihkirina erkên niştimanî û demokrasî û yekrêziya gelê Kurdistanê de dizane, ji bo bidestanîna mafên demokrasî û destûrî yên gelê Kurdistanê.

Herwiha civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê rewşa siyasî, ewlehî û îdarî yên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê (Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Şingal û Mexmûr) nirxand. Herwiha hevaheniya aliyên siyasî û bi taybetî ya YNK û PDKê bi pêwîsteyeke vê qonaxê zanî, ji bo asayîkirina rewşa wan navçeyan û rûbirûbûna metirsiyên terorê û rêgirtin li hewlên guhartina demografî li wan navçeyan.

Encûmena Serkirdatiyê bi hestiyarî pêşhat û guhartinên navçê û tundbûna nakokiyan guftûgo kir û tekez kir, bijardeya guftûgoyê baştirîn riya çareseriyê ye û navçê ji şerê wêrankeriyê dûr dixe. Herwiha dezgehên siyaseta hevsengiya dezgehên destûrî û fermî yên Herêma Kurdistanê û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî ji bo parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bi girîng zanî.

K24
Top