Ji nûnerên welatan peyamên pîrozbahiyê bo Nêçîrvan Barzanî
Nûnerên welatan di peyama xwe de diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî di heyama serokwezîriyê de bi awayekî serkeftî polîtikaya navxwe û derve birêve bir û dahatuyeke nû û rohanî li pêş Kurdistanê ye û ev pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blecua bi rêya Rûdawê pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku ew hêvî dike Barzanî dê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de pêş bixe.
Ramon Blecua got: “Berî her tişt ez dixwazim serokê nû pîroz bikim. Bi ev pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. Em piştevaniya vê pêvajoyê dikin û ji bo me avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng e.
Blecua destnîşan kir ku hilbijartina Neçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek girîng e, ji ber Herêma Kurdistanê gelek girîng e.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê da zanîn ku ew bi erênî pêşwaziya pêvajoyê dikin ku di encama gotûbêjan de gihîşt vê qonaxê û got: “Mixabin siyaseta hundir ya hinek partiyan dibin asteng ku di demekî de Herêma Kurdistanê pêwîstî lihevkirinê ye. Tevî vê yekê jî ez bawer dikim ku serkirdeyên Kurd ji bo berjewendiyên gelê Kurd dê îdareyeke baş pêk bînin.”
Di heman demê de Ramon Blecua da xuyandin ku wî çend salan ligel Nêçîrvan Barzanî kar kiriye û wiha pê de çû: “Peywendiyên me yên bihêz hebûn û me hevsengiyeke baş hebû. Bi min ew kesekî serkeftî ye û dê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropyaê pêş bixe. Dema ew serokwezîr me ligel wî behsa reformên pêşxistina Herêma Kurdistanê kiribûn. Niha demê wê ye ku sûd ji derfetên peywendiyên di navbera Iraq û Yekîtiya Ewropayê de bê wergirtin.”
Konsûlê Fransayê: Em ji bo piştevanîkirina gelê Kurdistanê li vir in
Konsûlê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Dominique Mas pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir, ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin û ji Rûdawê re ragihand, ew ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê li vir in û di pêşerojê de jî ew dê karê xwe yê hevbeş bidomînin.
Dominique Mas diyar kir ku ew piştgirî li bidestxistina maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê dikin.
Mas wiha ji Rûdawê re axivî: “Destpêkê pîrozbahiyê lê dikim ji bo hilbijartinê, herwiha pîrozbahiyê li parlemento û hemû aliyên siyasî dikim ji bo encamdana vî karî. Proseyeke dûr û dirêj bû ku em dibînin 10 meh di ser hilbijartinan re derbas bûne.
Ev peyam ne tenê ji bo Kak Nêçîrvan e, lê belê ji bo hemû serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê. Divê hemû zanibin ku bi cidî kar bikin ji bo praktîkirina sozên xwe, ku di dema hilbijartinan de wan bengeşe jê re dikir, di warê xizmetguzarî, civakî, destberkirina ewlehî û derfetên kar.
Fransa û Civaka Navdewletî ligel xelkê Kurdistanê tûşî tehedayeke cidî bûn li vê navçeyê.Tê bîra we ku sala 2017an û di dema dorpêçê de, me her piştgirî kir û em li vê derê bûn û bi baştirîn şêwe me kar kir. Em li vê derê bûn ji bo piştgiriya Pêşmergeyan. Ji 2014an ve heta niha.Hêj em li vê derê ne û rahênanê bi wan dikin. Ti guherîn li cem me, li ser pêwendiyan nebûye. Berdewam em ligel Kurdistanê bi hev re dimînin û kar dikin, ji bo bidestxistina maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê.”
Kunislê Geştî yê Îmaratê: Serdema Nêçîrvan Barzanî dê tijî serkeftin û pêşketin
Kunislê Geştî yê Îmaratê Ehmed Elzahirî jî got: “Di destpêkê de ez pîrozbahiyê li cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî dikim bi hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistana Iraqê. Helbet cenabê serok ji nifşê sisêyan e yê serkird û siyasetmedarên Kurd. Bêguman ew dirêjahiya rêbaza cenabê Serok Mesûd Barzanî ye. Xwedê hez bike wê serdema wî tijî serkeftin û pêşketin be ji bo Herêma Kurdistanê.”
Ehmed Elzahirî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Helbet dema ku Serok Nêçîrvan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, demeke tijî serkeftin û pêşveçûn bû, bi taybetî di warên siyasî, aborî û bazirganî de, bi rêya komek destpêşxeriyên ku hiştin Herêma Kurdistanê bibe navendek ji bo hilberîn û kişandina bala kompaniyên bazirganî ji seranserê welatên cîhanê.
Xwedê hez bike wê pêwendî di serdema Nêçîrvan Barzanî de berdewamiya rêbaza serok Mesûd Barzanî bin. Îşellah dê pêwendiyên cuda bin ji bo pêşketineke bêtir di warê bazirganî û di warê hilberînê di navbera dewleta Îmarat û Herêma Kurdistana Iraqê de.”
Konsulê Filestînê: Nêçîrvan Barzanî dikare tevgereke nû di pêwendiyên me de bike
Konsûlê Giştî yê Filîstînê li Herêma Kurdistanê Nezmî El-Hezûrî jî pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dikare serdemekî nû di peywendiyên wan de bide destpêkirin û got, her weke berê, ew hêvîdar in ku di pêşxistina peywendiyên Filîstîn û Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî roleke girîng bilîze.
Nezmî El-Hezûrî wiha axivî: “Di destpêkê de, bêguman em rêzê li nerîna gelê Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê li ser hilbijartina wan ji serokê Herêma Kurdistanê re digrin. Herwiha em vê lihevkirina niştimanî di navbera PDK û YNK û tevahiya partiyên ku di nav xwe de gihiştin lihevkirineke niştimanî pîroz dikin. Wan li hev kir li ser berbijarbûna Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê.”
Hezûrî got: “Em dibînin gihiştina pêwendiyên Filistînî û Kurdî di cihekî emîn de ne, weke ku çawa di cihekî emîn de bû li ba Serok Mesûd Barzanî û herwiha di cihekî emîn de bû di hiş û wijdanê Serok Celal Talabanî û tevahiya gelê kurd em dibînin ku ev peyam berdewam bibe bi serok Nêcîrvan Barzanî re jî ku em çaverên ku pêwendiyên me yên başe li gel cenabê wî hebin.
Em di wê baweriyê de ne dema ku Nêçîrvan Barzanî bibe serokê Herêma Kurdistanê dê qevzeke nû bide pêwendiyên di navbera Filistîn û Kurdistanê de.”
Konsulê Hindistanê: Karîna deplomasî û abûrî ya Nêçîrvan Barzanî hatiye tekezkirin
Konsûlê Hindistanê li Herêma Kurdistanê Chandramoli Kumar Kren jî pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê kir û di peyama xwe de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî di gelek waran de alîkariya şand û projeyên Hindistanê yên li Herêma Kurdistanê kiriye û diyar jî kir ku Nêçîrvan Barzanî kariye xwe di warê dîplomasî û peywendiyan de îspat bike û lewma ew di wê baweriyê de ne ku peywendiyên Hindistan û Herêma Kurdistanê di demên pêş de baştir bibin.
Konsûlê Hindistanê li Herêma Kurdistanê Chandramoli Kumar Kren bi vî awayî ye:
“Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve gelekî ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo hemû Iraqê bisûd e. Ez dizanim ku ew kesekî gelekî baş e û ji bo herdu astên navxwe û navdewletî nerîneke wî ya baş û erênî heye. Karîna wî ya deplomasî û abûrî ew yek tekez kiriye ku dikare ji bo Herêma Kurdistanê gelekî bisûd be.
Di dema serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî, di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, carekê du caran me hevdu dît, wî gelek tekezî li ser pêwendiyên ligel Hindê kir. Cara dawî, ku şandeke Hindê serdana Kurdistanê kir, wî gelekî piştgiriya me kir û bi tevayî piştgiriya bazirganên Hindê kir û got ku ew ji bo hemû corên alîkariyan amade ne.
Em çaverê dikin û piştrast in ku di dema serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, ji bo Herêma Kurdistanê pêwendiyên me asoya nûtir dibînin û alîkariyên me di warên perwrde, bijîşkî, derman û xorakê de, gelekî bêhtri dibin.”
Rudaw
