HDPê piştevaniya xwe bo partiyên PSK û PAKê ragihand
Mideyekî beriya niha serdozgeriya komarî ya Tirkiyê, bi hêceta hebûna peyva “Kurdistan” di nav navên 4 partiyên Kurdistanî de (PAK, PSK, KKP, PDK-T) daxwaza hilweşandina wan partiyan kiribû.
Serokê PSK Mesûd Tek û Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk duhî li navenda giştî ya HDPê li Enqerê bi hevseroka HDPê Pervîn Bûldan re hevdîtin kirin û daxwaz ji HDPê kirin piştevaniya wan bike.
Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan jî ragihand, ew li dijî hilweşandin û girtina wan partiyan e, bo wê jî çi ji destê wan were dê bikin.
Basnews
