Fransa li dijî biryara dadgeha Iraqê bo bidarvekirina 3 welatiyên xwe derket
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Fransayê daye xuyakirin: “Fransa weke prensîp li dijî bidarvekirinê di her demî de û li her cihekê ye” û tekez kiriye, têkildarî mijara bidarvekirina 3 welatiyên Fransî li Iraqê, “Balyozxaneya Fransa ya li Iraqê rêkarên pêwîst pêk tîne, daku vê helwesta xwe ya neguher bigihîne desthilatdarên Iraqê.”
Berpirsekî dadweriyê yê Iraqî ragihand, roja yekşemiyê dadgehekê li Bexda ya paytexta Iraqê, bo cara yekem biryara bidarvekirinê derbarê 3 welatiyên Fransî yên endamê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) da.
Wî rayedarê dadweriya Iraqê ragihandiye, ew sê welatiyên Fransî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ve li Sûriyê hatibûn girtin û di meha Sibata îsal de li gel 9 welatiyên din ên Fransî bo Iraqê hatibûn veguhastin
Rudaw
