Li Rebîeyê 5 kes canê xwe ji dest dan
teqîn bi rêya tirimbîleke bombekirî pêk hatiye
Li gor jêderên taybetî duhê êwarê di encama teqînekî li devera Rebîe ya li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de 5 kesan canê xwe ji dest daye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku teqîn bi rêya tirimbîleke bombe kirî pêk hatiye û di encam de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 8 welatiyên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke dinve jêderên tendirostî behsa vê yekê dikin ku jiber giraniya birîna hinek ji birîndaran fikar hene ku hijmara miriyan zêdetir bibe.
