• Saturday, 14 February 2026
logo

Ebdulmehdî nameyek veşartî bo Heşdî Şeibî rêkir!

Ebdulmehdî nameyek veşartî bo Heşdî Şeibî rêkir!
Serokwezîrê Iraqê name û nivîsek veşartî bo milîsê Heşdî Şeibî rêkir û hin daxwaz ji wan kirin.

Li gor nûçeya çapemeniy aIraqê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nameyek îro 27.05.2019ê jib o rêveber û berdevkê wan milîsan rêkiriye û di wê nameyê de Ebdulmehdî du daxwazên serekî ji wan hêzên milîs kirine ku ew jî waha ne:

- Nabe bi ti awayekî daxuyaniyên siyasî bidin. Bi taybet jî daxuyaniyên peyvendiya xwe bi Lubnan, Behrên û Siûdiyê ve hebin.

- Deriyê wergirtina xwebexş a nav rêzên Heşdî Şeibî jî hatiye daxistin.

Heşdî Şeibî zêdetir ji 60 hêzên milîsî yên tayfeyî ya şîe ne û piştî vekêşîna artêşa Iraqê û şikesta wê ya sala 2014ê li hember DAIŞê, bi fetwaya merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ve hate damezrandin.

Basnews
Top