Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn
Li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya, destnîşan kir ku ew greva birçîbûnê û çalakiya rojiya mirinê bi dawî dikin.
Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyama wî ya hevdîtina 22yê Gulanê xwendin û diyar kirin ku Ocalan xwestiye ku grevên birçîbûnê bidawî bibin. Piştî vê peyamê Girtiyên bi mebesta rakirina “tecrîda li ser Abdullah Ocalan” piştî Parlamentara HDPê ya Colemêrgê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn, îro dawî li çalakiya xwe anîn.
Di daxuyaniya li ser navê girtiyên beşdarî greva birçîbûnê bûne hati belavkirin de tê gotin: “Di encama berxwedana bêhempa ya bi heybet ew nêzîkatiya derveyî ehlaqî û hiqûqî hatiye şikandin û Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî ye. Bi giştî rakirina tecrîdê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û di serîde çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, çareserikirina bingeha hemû pirsgirêkan gelekî girîng û di vê rastiyê de qet cihê gumanan jî tune ye.
Di vê rewşê de Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştî ku wezîrê dadê destnîşan kir ku qedexe hatiye rakirin, girînge ku ev hevdîtin pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li me û hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de bang kir ku û xwest ku em dawî li çalakiya xwe bînin. Bi vê sedemê, em weke girtiyên ji doza PKK û PAJKê di çarçoveya bangawaziya Rêber Apo de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê tînin.”
Peyama Leyla Guven
Di heman demê de Hevseroka KCDê Leyla Guven ku 200 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyamek da û diyar kir ku heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe wê ji niha û şûnde bi rê û rêbazên cuda tekoşîna xwe berdewam bikin.
Parlamenterê HDPê yê Wanê Tayip Temel ku ji 8ê Adarê ve di greva birçûbûnê de ye peyama Leyla Guven xwend.
Leyla Guven di peyama xwe de dibêje: “Kurdistan jî di nav de, îro hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi hemû hilweşîna xwe qada şer e. Ev şer înkarkirina siyasî û çandî, ferzkirina polîtikayên teslîmiyetê ferz dike û bingeha jiyana azad ji holê radike. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan êdî perspektîfa birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk wekî rastiyek tê pejirandin. Wekî ku bi mînaka xwe ya Şoreşa Rojava ku cîhanê dihejîne jî dixuyê, çareseriya birêz Ocalan a Rojhilata Navin a Demokratîk hemû gelên vê erdgînariyê hembêz dike. Li seranserî Rojhilata Navîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, aktorê herî sereke û girîng birêz Ocalan e.”
Di peyama xwe de Guven da xuyakirin ku çalakiyên wan gihîştine armanca xwe û wiha pê de çû: “Di merheleya ku em îro gihîştinê de ji bo şikandina tecrîdê, hêviyek çêbû. Birêz Ocalan ewil bi birayê xwe Mehmet Ocalan û pişt re jî 2 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Lê belê heya ku tecrîd bi giştî bê şikandin em dê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe ya aktîf bimeşînin. Berpirsiyariya vê yekê êdî li ser milê me yên ku siyaseta demokratîk dimeşîne ye. Eger siyaset çareseriyê neafirîne, pirsgirêkên nû bi xwe re tîne.
Ez soz didim ku ez ê bi vê berpirsyarî û ferasete, tevbigerim û ji îro şûn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikim. Greva me ya birçîbûnê gihîşte armanca xwe”
Rudaw
