Li sînorê Kerkûkê bombeyek teqiya: 5 kes mirin, 5 kes birîndar bûn!
Li gor zanyariyên BasNewsê şeva borî 25-26.05.2019ê agir berdan dexil û danê gundê Beşîr û li sînorê bajarokê Ebasî ya ser bi qeza Hewîceyê û dema hemwelatiyan hewlda agir bitemirînin û di dema hewldana agir li sînorê Ebasî bombeyek hatî çandin di wan hemwelatiyên ku dixwastin agir bitemirînin de teqiya.
Li gor zanyariyên berdest, di encamê de 5 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, 5 hemwelatiyên din jî birîndar bûn.
Cotyarekî kurd ê sînorê bajarokê Daqûq a ser bi Kerkûkê Cîhad Mihemed jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî agir li dexil û danê cotyarên kurd ên li sînorê başûrê bajarokê Daqûqê hatiye berdan û ji ber wê jî bi sedan donim zeviyên kiştûkaliyê ji ber wê şewitîn.’’
