Trump: Em dê peywendiyên xwe ligel Japonyayê kûr û bihêztir bikin
Donald Trump diyar kir: "Her wek dizanin, Amerîka û Japonya bi danûstandina li ser bazirganiya navebera xwe ve mijûl in ku di berjewendiya herdu welatan de ye. Di warê bazirganî de bi dehan sal e Japonya di ser me re ye. Lê ne pirsgirêk e. Dibe ji ber wê yekê jî be ku peywendiyên we yên bazirganî ligel Amerîkayê hewqasî bi dilê we bûye. Lê em dixwazin van peywendiyan hinekî dadwertir bikin."
Herçiqas serdana Trump zêdetir protokolî ye û biryar nîne di serdana xwe de ti biryareke bazirganî îmze bike, lê serdana Serokê Amerîkayê bo Japonyayê di demeke hestyar de ye. Trump ragihandiye ku eger Nûnerê Bazirganî yê Amerîkayê Robert Lighthizer ligel berpirsên Japonyayê negihe rêkeftinê, wê demê biryara derbarê ferzkirina bacê li ser otomobîlên hawirdekirî ji Japonya û welatên din cîbicîh dike. Ligel vê jî Trump li ser yekalîkirina pirsgirêkên bazirganî yên ligel Japonyayê geşbîniya xwe aniye ziman.
Donald Trump dibêje: "Hêvîdar im di vê serdema nû de, peywendiyên aborî yên navbera Amerîkayê kûrtir û bihêztir bibin. Bi baweriya min ti wextekî wek niha peywendiyên navbera Amerîka û Japonyayê bihêz nebûne, ev jî bi asanî bi dest neketiye. Ev baştirîn rewşa peywendiyên me ye û hewl didin biparêzin."
Civîna fermî ya navbera Donald Trump û Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe sibe Duşemê bi fermî destpê dike. Tê pêşbînîkirin ku di civînê de mijara bazirganiya navbera Amerîka û Japonyayê were gotûbêjkirin. Her çiqas tê pêşbînîkirin ku ew herdu welat nikaribin wan pirsgirêkan bi asanî yekalî bikin.
Rudaw
