Zêdetir ji hezar Pêşmergeyî xuleke leşkerî bidawî kir
Di xula perwerde û rahênankirinê de yek hezar û 139 Pêşmerge hatin rahênankirin û di merasîma bidawîkirina xuleyê de jî, çendîn çalakî û numayişkirina leşkerî tên encamdan.
Ew xula rahênankirina leşkerî ya Pêşmerge heyama 90 rojî berdewam kir û li baregeha Piyade ya Hewlêrê birêve çû.
Berpirsê Yekîneya Rahênanê ya Piyade Husên Cewad Bindiyan derbarê rahênankirina Pêşmerge de ji K24ê re ragihand, Pêşmerge fêrî hunera aramgirtin bûn û asta karîna laşên wan hat bihêzkirin.
Ragihand jî, waneyên teorî û bratîkî û dîsplîna leşkerî bi Pêşmergeyan hatin dan û rahênan li ser çekên sivik û mamnavend bûn.
Berpirsê Yekîneya 80 a Hêza Pêşmerge Necat Elî di merasîmê de ragihand, armanc ji vê xulê ew bû, damezrawîkirin û rêkxistina hêzên me bû, ji ber guhartinên li navçê rû didin, pêwîst e hêzên Pêşmerge li ser bîra niştimanperwerî erkên xwe bicih bikin.
Herwiha pesnê hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de da û got: Bi çekekî sade, lê bi bi bîr û baweriyeke bilind Pêşmerge şer li dijî DAIŞê kir.
Spasiya Serok Barzanî jî kir, ku erkê serperiştiya hêzên Pêşmerge di dema şerê DAIŞê kir û li ser destê Serok Barzanî û Pêşmerge, DAIŞ rastî şikestinê hat.
K24
