Bakûr – Li Rûbarokê efserekî artêşa Tirkiyê hat kuştin
Li gorî medyaya Tirkiyê, duh çekdarên PKKê bi topên hawanê êrişî baregeha hêzên Tirkiyê li devera Rûbarok ya Colemêrgê kirin.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de efserekî artêşê bi navê Mehmet Koklu hat kuştin.
Hat gotin ku efserê ku hatiye kuştin, xelkê bajarê Yozgatê yê Tirkiyê bûye.
Basnews
