• Saturday, 14 February 2026
logo

Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê: Bêyî Pêşmerge deverên Kurdistanî aram nabin

Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê: Bêyî Pêşmerge deverên Kurdistanî aram nabin
Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê dibêje, hetanî Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi hev re kar nekin, aloziyên wan deveran nayên çareserkirin.

Bepirsê liqa PDKê li Xaneqînê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, divê hikûmeta Iraqê bi lez alozî û arîşeyên deverên Kurdistanî çareser bike.

Şêx Ceifer her wiha got, bêyî hêzên Pêşmerge rewşa wan deveran aram nabe û arîşeyên wan nayên çareserkirin ji ber ku artêşa Iraqê û hikûmeta Iraqê bi tenê nikarin. Hetanî Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re kar nekin arîşeyên wan deran nayên çareserkirin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku rewşa deverên Kurdistanî bi taybet Xaneqîn û Qeretepe roj bi roj xirabtir dibe û got, Heşda Şeibî û DAIŞê li wan deran dest bi lîstokek metirsîdar kirine. Ji ber wê jî divê çareyek bilez were dîtin.

Basnews

Top