• Saturday, 14 February 2026
logo

Encumena bajarê Xaneqînê bi fermî daxwaza vegera Pêşmerge bo wê deverê kir

Encumena bajarê Xaneqînê bi fermî daxwaza vegera Pêşmerge bo wê deverê kir
Encumena bajarê Xaneqîn yê Başûrê Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Bexdayê kir, bihêle hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê vegerin Xaneqînê bo parastina ewlehî û aramiya welatiyan.

Encumena bajarê Xaneqînê nameyek ji encumena parêzgeha Diyale û hikûmeta Iraqê re şandiye û tê de behsa aloziyên vê dawiyê yên wê deverê kiriye û ragihandiye, rewşa Xaneqînê gelekî aloz bûye ji ber ku her roj welatî rastî êrişên terorîstî tên û berhemên çandinî yên cotkaran jî tên şewitandin û talankirin.

Encumena Xaneqînê daxwaz kiriye, ji bo ku rewşa Xaneqînê aram bibe pêwîst e hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê vegerin bajêr.

Basnews
Top