• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka: Ti proseyeke siyasî bi HSDê re nîn e

Amerîka: Ti proseyeke siyasî bi HSDê re nîn e
Amerîka tekez dike, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kar li ser ti proseyeke siyasî ya Kurdî li Sûriyê nakin û tenê wek hevpeymaneke leşkerî lê dinêrin.

Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery di çarçova civîna karûbarên Encûmena Nûneran a Kongressa Amerîkî de got: Em pabend in bi pêwendiyên bi HSDê re û HSD hevpeymana me ya leşkerî di şerê li dijî DAIŞê ye, ji bo parastina aramiya navçê.

Jeffery got: Ti ecindeyeke me ya siyasî ya hevbeş bi HSDê re nîn e, tenê em li navçeya ku di bin kontrola wan a leşkerî û îdarî de ye, dimînin.

Got jî: Ji ber vê yekê divê em pêwendiya bi wan re biparêzin û em piştevaniya wan dikin. Em deyndarê wan in ji ber ku ew di nava rêzên me de şerê DAIŞê kirin.

Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê tekez kir jî: Lê em pêşerojeke siyasî pêşkêşî wan nakin, tiştê em pêşkêşî hemû aliyên Sûriyan dikin, pêşkêşî wan jî dikin.

Jeffery tekez kir jî, Amerîka pabend e bi proseya siyasî ya Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254)

Ji aliyek din ve Jeffrey ragihand, ew wek Îdareya Trump Sûriyê bicîh nahêlin, lê ew ê taktîka xwe ya leşkerî li Sûriyê biguherînin

Top