• Saturday, 14 February 2026
logo

KERKÛK – Rêkeftineke nû ji bo dabeşkirina postan hatiye kirin

KERKÛK – Rêkeftineke nû ji bo dabeşkirina postan hatiye kirin
Li Kerkûkê rêkeftineke nû hat îmzekirin û li gor wê rêkeftinê dê Rakan Cibûrî wek parêzgarê Kerkûkê bimîne, endamekî Kurd jî li ser navê Lîsta Birayetî (Lîsta Kurd) îmze li ser vê rêkeftina li gel Ereb û Tirkmenan kiriye.



Endamê Fraksyona Birayetî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Kakereş Sidîq k user bi YNKê ve ye, ev rêkevtina ji bo dabeşkirina postên parêzgehê li gel Ereb û Tirkmenan îmze kiriye.



Li gor naveroka wê rêkeftinê, posta parêzgarê bi wekalet her di destê Rakan Cibûrî de dimîne, lê belê sê alîkar an cîgir jê re têne danîn ku yek ji wan Kurd dibe. Lê belê Kakereş Sidîq dibêje, nirxandineke şaş ji bo rêkeftinê hatiye kirin û bi vî awayî nîne ku tê beshkirin, çimku Rakan Cibûrî dibe cîgirê parêzgar.



Kakereş Sidîq di vê derarê de ji Rûdawê re ragihand: “Her guhertinek were kirin, Rakan Cibûrî dê bibe cîgirê parêzgar, ev ya rast e û kes nikare li gel vê yekê nebe. Di rêkeftinê de hatiye ku cîgirê parêzgar ji bo Rakan Cibûrî ye, me negotiye ku Rakan Cibûrî dê bibe parêzgar.”



Aşkerebûna vê rêkeftinê bûye sedema berteka bilez, ji ber ku rojane ji aliyê wî parêzgarî ve biryarên dijî Kurd têne dan. Pêştir jî piraniya aliyan, hem parêzgar û hem rêveberiya parêzgehê weke veguhêz û sepandî bi nav kiribûn.



Li ser pêşhateyên dawî yên Kerkûkê, Rakan Cibûrî konferanseke rojnamevanî lidar xist û ragihand, ev rêkeftin ji bo vê yekê ye ku hemû alî di rêvebirina bajêr de beşdar bin.



Rakan Cibûrî got: “Em di gotûbêjê de ne li gel birayên xwe yên YNKê, lê belê li gel PDKê me ti gotûbêj nînin, di rastiyê de Partiya Demokrat li ser asta bilind gotûbêjan dikin, li gel vê komîteya ku li Bexdayê hatiye pêkanîn, ku endamên parlamentoyê jî têde ne. Ev rêkeftin di encama vê têgihîştinê de ye ku li nav encûmenê heye û ev jî ev e ku tiştek nîne hemû bixwazin di lûtkeya desthilatê de beşdar bin.”



Beşek ji endamên Fraksyona Birayetî, ji rêkeftina nû haydar nînin û di vê baweriyê de ne, her rêkeftinek bi navê Fraksyona Birayetî divê razîbûn û agahdariya fraksyonê jî li ser hebe.



Endamê Fraksyona Birayetî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Dilşad Pîrot dibêje: “Ev nivîs binpêkarî ye, ji ber ku dadgeha federalî bi biryara jimare 24 a sala 2013 red kirriye ku pos bêne dabeşkirin. Ew kesê ku li cihê Fraksyona Birayetî îmze kiriye, ev îmze tenê îmzeya wî bi xwe ye, çimku Fraksyona Birayetî, piraniyan wan, ew kes erkdar nekirine.”



Piştî 16ê Oktoberê desthilat di destê Kurdan de nema, PDKê bi temamî ji nav Kerkûkê derket, beşek ji endamên encûmena parêzgehê ku ser bi PDKê ve bûn, ew jî ji nav Kerkûkê derketin û heya niha beşdarî di civînên encûmena parêzgehê de nekirine, lê YNK li nav Kerkûkê maye, bêyî ku hêza wê ya leşkerî hebe û herwiha bandora wê jî li ser proseya biryardayînê tune ye.



Herwiha piştî bûyerên 16ê Cotmehê gelek hewl hatine dan ji bo rêkeftina aliyan li ser dabeşkirina postan, lê belê heya niha ti hewlek serkeftî nebûye.

Rudaw
Top