• Saturday, 14 February 2026
logo

"Metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîkayê yên li Kurdistanê nîne”

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêbwar Banekeyî dibêje, ti metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîkayê li Kurdistanê nîne.

Dr. Rêbwar Babkeyî ji malpera KDP.info ra gotiye: “Raste navçe ji ber girjiyên navbera Amerîka û Îranê aloz bûye, lê ti metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîka li Kurdistanê nîne û rewş li Kurdistanê pir aram e.”

Herwiha Babkeyî gotiye: “Em dilgiran in bi wê biryara Amerîka ji bo ragirtina vîzeyê ji bo welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha ragirtina perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge, ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê pir cuda ye ji ya Iraqê û pêwîst e Amerîka vê yekê li ber çav bigre.”

Dr. Rêbwar Babkeyî wiha domand: “Em daxwaz ji Amerîkayê dikin li biryara xwe vegere û em pêşbînî dikin ku ew biryaya Amerîka Herêma Kurdistanê li xwe negre, ji ber ku em dizanin ku ti hêzek li Kurdistanê tune ye ku ser bi welatekî navçeyê be. Emê vê peyamê jî bighînin Amerîkayê.”

Li aliyê din Cîgirê serfermandarê Pêşmerge yê operasyonan Lîwa Qehreman Şêx Kemal îro ji BasNewsê re ragihandibû:”Sibehê 19.05.2019ê hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê careke din dest bi perwerdeya hêzên Pêşmerge dike.’’

Basnews
Top