• Saturday, 14 February 2026
logo

Sûriye – Li Til Refhetê xortekî êzîdî hat kuştin

Sûriye – Li Til Refhetê xortekî êzîdî hat kuştin
Li devera Til Refhet ya Sûriyê, xortekî êzîdî di encama topbarana artêşa Tirkiyê de hat kuştin û komek êzîdî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, duhî artêşa Tirkiyê derdora bajarokê Til Refhet yê Helebê, ku di destê şervanên YPGê de ye, da ber topan.

Hat gotin ku di encama wê topbaranê de xortekî êzîdî bi navê Emîn Îbrahîm Derwêş hatiye kuştin û komek êzîdî jî birîndar bûne.



Basnews
Top