Di xwepêşandanên Necefê de 4 kes hatin kuştin
Li ser daxwaza Rêberê Tevgera Sedir a şîeyên Iraqê Muqteda Sedir, alîgirên wê tevgerê şeva derbasbûyî li çend parêzgeh û bajarên başûrê Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî kesên gendel ên di nava Tevgera Sedir de hatin lidarxistin.
Li gor agahiyan, alîgirên Muqteda Sedir li parêzgehên Wasit, Babil, Kerbela û Necefê li dijî kesên gendelkar ên nava wê tevgerê, xwepêşandan kirin.
Li bajarê Necefê tundûtîjî li nêzîkî navendeke bazirganiyê li wî bajarî derket û pasevanên wê navenda bazirganî gulle berdane xelkê nerazî. Di encama alozî û gulleberdana pasevanên navenda bazirganî de 4 kes hatin kuştin. Di aloziyan de herwiha 17 kesên din jî birîndar bûne.
Nexweşxaneya Hekîm li bajarê Necefê jî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku di encama aloziyên şeva bihorî de li vî bajarê kuştî û birîndar hebûne. Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Hekîm jî, di aloziyan de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê li Iraqê jî daye xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên wî welatî karîne pênc kes ji teqekerên li Necefê desteser bikin ku her pênc kes jî pasevanên navendeke bazirganî ne.
Ji aliyekê din ve Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de teqekirina li xwepêşanderan bi tawaneke mezin li hember mafê mirov bi nav kir û got, ew çavdêriya rewşê dikin.
Di daxuyaniya xwe de, Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir, tedbîrên yasayî li hember kesên ku teqe li xwepêşanderan kirine pêk bîne, daku ew kes bi tundî bêne cezakirin.
Muqteda Sedir berî du rojan daxwaz ji alîgirên xwe kiribû ku gendelkarên di nava Tevgera Sedir de ceza bikin, bi tayebtî ewên ku pere dizîne û navendên bazirganî ji xwe re ava kirine.
Sedir ji bo cezakirina wan kesên gendelkar ên nava tevgera xwe, komîteyek ji hêzên Seraya el Selam jî pêk aniye.
Rudaw
