• Saturday, 14 February 2026
logo

Mistefa Çawreş: Dereng an zû paye dê nav YNKê de zelal bibin!

Mistefa Çawreş: Dereng an zû paye dê nav YNKê de zelal bibin!
Endamê rêveberiya YNKê aşkera kir, dereng an zû namzedeên YNKê yên ji bo kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê zelal bibin.

Endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çawreş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dereng an zû babeta payeyan dê nav YNKê de bê zelal kirin. Hîn serokê herêma Kurdistanê sonda yasayî nexwariye, bila sond bixwe, wê demê nûnerên wê jî dê bên diyar kirin.’’

Li gor gotinên navborî di civîna polîtburoya YNKê de behsa namzedan nehatiye kirin û civîn jî bi vekirî hat hiştin. Ango nehat bi dawî kirin.

Mistefa Çawreş yek ji wan rêveberên YNKê ye ku xwe ji bo wezîrê Pêşmerge kiriye namzed, herwaha Cebar Yawer û gelek berpirsên din ên YNKê jî bo wî erkî di pêşbirkê de ne.

Top