Parlamento hişyarî li ser navçeyên Kurdistanî dide
Parlamentera PDKê û serokê lijneya navçeyên Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî hişyarî li ser ereb kirina navçeyên Kurdistanî da û dibêje ew pêngave berevajî li hev têgeheştina navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Lijneyê bi tundî ereb kirina navçeyê şermizar kir.
Herwaha wê lijneyê daxwaza asayî kirina Kerkûkê û navçeyê Kurdistanê kir û got, parastina kerameta xelkê bi hêza Pêşmerge û artêşa fermî ve dibe.
Ew lijneye dibêje her demekî derfet bo milîsan pêkbê, wek dema Seddam Husên hewla tepisandina xelkê didin.
Heman lijneyê aşkera kir, piştî bi denghatina rêveberiya siyasî ya Kurdistanê girtî hatin azad kirin.
Duh bi dehan malbatên ereb ên piştre anîne herêmê bi piştevaniya hêzekî artêşa Iraqê ve êrîş kir ser gundê Pelkane ya sînorê qeza Dubis a parêzgeha Kerkûkê û gelek malên hemwelatiyên kurd dagirkirin û ew kesên ku berevaniya xwe kirin jî hatin girtin.
Basnews
