• Saturday, 14 February 2026
logo

Cebar Yawer: Amerîka û Almanyayê hemû perwerde li Iraqê û herêma Kurdistanê ragirtin!

Cebar Yawer: Amerîka û Almanyayê hemû perwerde li Iraqê û herêma Kurdistanê ragirtin!
Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, li seranserê Iraqê, Amerîkayê û Almanyayê hemû tevgera xwe ya li Iraqê û herêma Kurdistanê ragirtine.

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîka û Almanya perwerdeya leşkerî li Iraqê û Kurdistanê heta demekî ne diyar rawestandin. Biryar seranserê Iraqê digre navxwe, wegeriyane nav binkeyên xwe ku konsolxane û balyozxane ne. Ji ber rewşa ku naha heye di navbera Amerîka û Îranê de dibêjin metirsiye li ser wan.’’

Herwaha diyar kir, babeta ew 25 milyon dolarê ji aliyê Amerîka ve wek mûçeyê beşek ji hêzên Pêşmerge re tê rêkirin, peyvendiya xwe bi biryara naha ve tineye û ew biryar naha hatiye dayîn, babetekî xwe parastinê ye.’’

Basnews
Top