• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka daxwazê ji beşek karmendên xwe dike Hewlêr û Bexdayê bicîh bihêlin

Amerîka daxwazê ji beşek karmendên xwe dike Hewlêr û Bexdayê bicîh bihêlin
Amerîka daxwazê ji beşek karmendên xwe yên li balyozxaneya Iraq û konsulxaneya Hewlêrê dike ku Iraqê bicîh bihêlin û vegerin Amerîkayê.



Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê ferman daye ew karmendên karê wan ê pêwîst li balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê nîne, ji Iraqê derkevin.



Li gor daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê, xizmetguzariya vîzeya asayî hem li balyozxane û hem jî li konsulxaneya Amerîkayê bi awayekî demkî tê rawestandin.



Herwiha ragihandiye ku şiyanên hikûmeta Amerîkayê sînordar in bo pêşkeşkirina xizmetguzariya bilez bo welatiyên Amerîkayê li Iraqê.

Rudaw
Top