• Saturday, 14 February 2026
logo

Umêd Xoşnaw: Nêçîrvan Barzanî namzedê PDKê, YNKê û Gorran ê serokê herêmê ye

Umêd Xoşnaw: Nêçîrvan Barzanî namzedê PDKê, YNKê û Gorran ê serokê herêmê ye
Serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê ragehand, li gor rêkeftinên hatiye kirin Nêçîrvan Barzanî namzedê PDK, YNK û Tevgera Gorran a serokê herêma Kurdistanê ye.

Umêd Xoşnaw diyar kir, piştî temam bûna rêkarên yasayî, parlamentoya Kurdistanê bo helbijartina serokê herêma Kurdistanê dê bicive û ‘’Ez bawerim di navbera 20 heta 25ê vê mehê serokê herêma Kurdistanê dê bê helbijartin. Piştî sond xwarinê serokê herêmê bi fermî namzedê me ji bo pêkanîna hikûmetê dê erkdar bike ku di heyama 30 rojan de kabîneya xwe pêşkeşî parlamentoyê bike bo dengên baweriyê wergire.’’

Umêd Xoşnaw ji Dengê Amerîkayê re ragehand: ‘’Li gor rêkeftina me li gel aliyan, Nêçîrvan Barzanî namzedê PDK, YNK û Gorran e. Ji ber rêkeftina li ser vê yekê ye, li gel vê jî hevpeymanên me ku pêkhateya vî welatî ne.’’

Basnews
Top