Li Colemêrgê leşkerek hat kuştin
Li gor medyaya Tirkiyê gerîlayên PKKê li herêma sînorî Serbata Colemêrgê êrişî baregeheke leşkerî kirin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama êrişî de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û li herêma bûyerê hêzên ewlehî yên Tirkiyê dest bi operasyonke berfireh kirin.
Herwiha duh jî li navçeya Gever a Colemêrgê di encama êrîşekê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest dabû.
Rudaw
