• Saturday, 14 February 2026
logo

Kerkûk – Ereban gundekî kurdan dagîr kirin!

Kerkûk – Ereban gundekî kurdan dagîr kirin!
Bi sedan kesên ereb bi alîkariya hêzên Iraqî êrişî gundên kurdan li parêzgeha Kerkûkê kirin û çend gund dagîr kirin. Efserekî asayişa Kerkûkê jî dibêje, metirsiya derketina şerê kurd û ereban li wê deverê heye.

Îro danê sibê bi sedan kesên ereb bi alîkariya hêzên Iraqî êrişî çend gundên nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê kirin.

Li gorî agahiyan, ereban gundê Pilkane dagîr kirine û ketine nav malên kurdan. Her wiha gundên din jî tehdîd dikin ku divê vala bikin.

Berpirsê asayişa Kerkûkê Idrîs Refhet li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ew alozî li ser erd û zeviyan derketiye. Ereban êrişî gundên kurdan kirine, kurdan jî bersiva wan dane. Ji ber wê jî metirsiya derketina şerê kurd û ereban heye, divê çareyek jê re were dîtin.

Basnews
Top