• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê parlementoya Îraqê ji firakisyona xwe hat avêtin

Serokê parlementoya Îraqê ji firakisyona xwe hat avêtin
vê firakisyoneke nû were damezrandin
Firakisyona Mihwera Wetenî ya Îraqî ragihand ku Serokê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî û çend parlementerên din yên vê firakisyonê, ji firakisyonê hatine avêtin.

Mihewra Wetenî ya Îraqê belav kiriye ku Helbûsî û çend parlementerên din yên vê firakisyonê pêbendî armanc û steratejiya firakisyonê nebûne lewre biryar hatiye dayîn daku ji firakisyonê werin avêtin.

Herwiha tê gotin ku mihwere Wetenî hewl bo vê yekê dide daku Helbûsî ji postê Serokatiya parlementoyê jî bavêje û di şûna vî de keseke din bike Serokê parlementoya Îraqê.
Top