Serokwezîr digel nûnera sekreterê Neteweyên Yekgirtî dicive
Nêçîrvan Barzanî, roja duşemê 13.05.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li şandeyeka Neteweyên Yekgirtî ya bi serokatiya Jeanine Hennis Plasschaert kir û di civînekê de ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, nûnera taybetiya sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê li hember rêkeftina aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna her sê seroaktiyên Herêma Kurdistanê û başbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxwşiya xwe diyar kir. Di civînê da behsa rewşa deverên veqetandî ji Herêma Kurdistanê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser asayîkirin û baştirkirina rewşa asayîşa wan deveran û vegerandina xelkê wan deveran û ser mal û warên wan bi hevahengiya navebra Hewlêr û Bexdayê kir.
Rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên girêdayî bi rewşa Suriyê û Îranê çend mijarên din yên civînê bûn.
