Pisporekî ewlehiyê: Iraq dê di şerê Amerîka û Îranê de xwe zelal bike
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê pisporê ewlehiyê yê Iraqê Ebas Elerdawî ragehandiye, Amerîka mûkir hatiye ku 50 hezar leşkerên wê li ser axa Iraqê ye, ku plana sîonîst a cîhaniye û bo berdewam kirina kiryarên terorîstiye li Iraqê.
Ebas Elerdawî ragehandiye ku eger hêzên Amerîkayê li Iraqê êrîş bikin ser Îranê, wê demê hêzên ewlehiyê û milîsên Heşdî Şeibî piştevaniya xwe ya ji bo Îranê dê ragehînin û şerê hêzên Amerîkayê bikin.
Ev daxuyanî di demekî de ye ku heftiya borî wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana paytexa Iraqê Bexdayê kir û çavkaniyên çapemeniyê jî dibêjin, Pompeo hişyarî daye ku her grubekî êrîş bike ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê, dê Amerîka wê hêzê bixe lîsteya terorê.
Basnews
