Mesrûr Barzanî û Nunera Sekreterê NY civiyan
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhat û egerên siyasî yên li Îraq û deverê, behsa prosesa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, bi taybetî rewşa Kerkûkê hate nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku kabîneya nû ya hikûmetê wan pêngavan davêje ku li gor dil û xwestekên xelkê Kurdistanê ne.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa pêşveçûnên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewamin û îradeyeke hevbeş bo gehêştin bi rêkeftin û çareser kirina kêşeyan heye.
Di beşeke din ya vê civînê de şanda mêwan jî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku NY dixwaze bo lihev nêz kirina nunerên pêkhateyan bo dîtina çareseriyên baş bo kêşeyên heyî xudan rol be.
Di dawiya civînê de rewşa siyasiya Îraqê û dom kirina lêv û tevgerên terorîstan jî hatin nirxandin.
