• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji bo Baydemir 6 sal cezayê girtinê tê xwestin

Ji bo Baydemir 6 sal cezayê girtinê tê xwestin
Dozgerê Giştî yê Wanê daxwaza 6 sal cezayê zindanîkirinê ji bo Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir dike.



Ji ber gotareke ku 2 sal berî niha di civîna partiya xwe de li Wanê pêşkêş kiribû, Dozgerê Giştî daxwaza 6 sal cezayê girtinê bo Osman Baydemir dike.



Baydemir gotara xwe di mîtînga Nobeta Wijdan û Dadperweriyê de pêşkêş kiribû û ev du sal in ku lêkolîn li ser vê dosyeyê tê kirin.



Dozger dibêje ku Osman Baydemir di gotara xwe de bi eşkere sivikayetî bi gelê Tirk, komar û perlementoya Tirkiyê kiriye û divê 6 salan were zindanîkirin.



Herwiha di wê dozê de hatiye diyarkirin ku di 19ê Nîsana 2018an de mafê parlementeriyê yê Baydemir jê hatiye standin û Baydemir roja 6 Nîsanê çûye derveyî welat û venegeriyaye.

Rudaw
Top