• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî Peyama serxweşiyê araste kir bi hilkefta şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî

Serok Barzanî Peyama serxweşiyê araste kir bi hilkefta şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî
Serok Mesûd Barzanî, peyameka serexweşîyê bi hilkefta şehîdbûna amîd Eskender Gerdî araste kir û ragehand, bi şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî gelek dilteng û xembar bûm. Ez bi xwe jî şahidê qehremanîya Şehîd eskender bûm di demên gele berteng de.

Eva jêr jî deqê peyamêye:



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî Fermandeyê Lîwaya Sê ya Komandoya Zêrevanî ya li rûdanekî diltezîn li erkê meşq û rahênana Pêşmergeyan de, gelek pê dilteng û xemgîn bûm. Amîd Eskender Pêşmergeyekî qehreman û çavnetirs bû. Ez bi xwe şahidê qehremaniya Şehîd Eskender bûm di demên gelek teng da û ji destdana wî cihê daxêye û ziyaneke mezine ji bo me hemûyan.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û naskiriyên şehîd Amîd Eskender dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)



Mesûd Barzanî
13.05.2019
Top