Li Dêra Zorê xwepêşandan li dijî hebûna HSDyê û hêzên Emerîkî gurtir bûne
Ji beriya çend rojan li bajarê Dêra Zorê xwepêşandanên li dijî hêzên Sûriya Demuqrat HSD`ê gurtir bûne, ku têde doza bidawîkirina dagîkerina Kurdan ji bajêr dikin, li gorî axaftinên wan.
Xelkên xwepêşandêr bi tevahiya xwe Erebin û di siloganên xwe de gefan li Kurdan dixun ku dê buyerên 12`ê Adara 2004an dûbare bikin.
Li gorî hin siyasetmedarên Kurd rola rêcîma Sûriyê serekeye di van xwepêşandanan de û eger HSD`ê çareyan jê re nebîne dê bandorên wê bighêjin deverên Rojavayê Kurdistanê jî.
Şerê HSD`ê li dijî Da`işê û kontrolkirina wan ji herêmên Ereb nişîn re rastî gelek rexneyan ji aliyê hin hêzên siyasî ve dihat, nemaze ku deverên mîna Dêra Zorê û Reqayê bandora Eşîran têde gelekî heye, hin siyasetmedarên Kurd dibînin jî ku ji ber bicîkirina bercewendiyên partîtî xelkên Dêra Zorê helwestên tund ji Kurdan bi tevahî didin, û ev yek dê metirsiyan li ser jiyana hevbeş bike.
Ji destpêka têçûna Da`işê di Sûriyê de xwepêşandan li dijî hebûna hêzên HSD`ê û Emerîka li herêmên Dêra Zorê li dar dikevin, lê di çend rojên dawiyê de di van xwepêşandanan de helwestên tund li dijî Kurdan têne nîşandan, di demekê de serkirdên HSD`ê rêcîma Sûriyê û Turkiyê bi peydakirina pirsgirêkan di herêmê de tawanbar dikin.
