Çarenivîsa bi sedan xortên Kurd ne diyar e
Roja dayikan wek hevdîtin û gihiştina zarokek û dayikekê ye, lê gelek dayik ji vê bêpar in. Remziye Bayram a ji Pasûra Diyarbekirê ye ev 23 sal in li kurê xwe digere ku di sala 1996an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hate desteserkirin û ji wê çaxê heta niha tu xeber jê nehatiye. Ji bo aqibeta kurê xwe bizane gelek caran serî li saziyên dewletê dide lê jê ra agahiyeke zelal nayê dayîn. Li gor gotina wê dewletê gotiye xeletiyek me çêbûye em pereyekê bidin we û ev doz were girtin. Lê dayika Remziyeyê ev pêşniyar qebûl nekiriye.
Dayikek Kurd Remziye Bayram ji K24ê re got: “Em dawa kurê xwe sebiyê xwe dikin, li ku kuştiye li ku kiriye erdê hestiyên wî li ku ne, kujer kî ne bila bersiva van pirsan bidin me. Ev 23 sal in ez li pey kurê xwe me û ez dev ji vê dozê bernadim ez ê herim ber deriyê dewletê heta ku çarenivîsa kurê min bi zelalî eşkere bikin.”
Ligel mîna dayika Remziye gelek Dayikên Şemiyê ku zarokên wan di salên 1990î de ji hêla asayîşê ve hatine desteserkirin û hay ji wan nîn e, di roja dayikan de li Stenbolê ligel dayikên Arjantînî ku wek Dayikên Kurd xizmên wan winda ne kom bûn, êş û keserê xwe ji hev du re behs kirin.
Margarîta Isabel Noîa ya ku ji Arjantînê ye di sala 1976an de gava derbeya leşkerî xwişka wê tê desteserkirin û carek din jê xeber nayê.
Dayika Arjantînî Margarîta Isabel Noîa dibêje: “Xwişka min ligel hevjînê xwe ji aliyê komên paramîlîter ve hatin dîlgirtin. Hevjînê wê serbest berdidin lê wê bernadin û em nizanin çi lê hat. Ligel wê 5 hezar kes wê demê hatin girtin, piştre kesên berpirs hatin sizakirin. Ji bo dayîkek êşa herî mezin kuştina kurê wê ye.”
Li gor amarên Komeleya Mafên Mirovan ji sala 1980an vir de 940 kes piştî ku hatin desteserekirin, çarenivîsa wan nayê zanîn. Zêdetirî wan kesan jî li Diyarbekirê hatine revandin.
K24
