• Saturday, 14 February 2026
logo

Xaneqîn…Heşdî Şeibî endamekî Partiya Sosyalîst revand!

Xaneqîn…Heşdî Şeibî endamekî Partiya Sosyalîst revand!
Şeva borî li gundekî ser bi qeza Xaneqînê milîsên Heşdî Şeibî endamekî Partiya Sosyalît Demokrat a Kurdistanê revandin û birayê wî jî birîndar kirin.

Malbenda Xaneqînê ya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, ‘’Şeva borî 12.05.2019ê çekdarên Heşdî Şeibî çûne ser gundê ‘Ehmed Tahîr Sore Meylî’ û dest bi gule berdanê kirine û piştre êrîş kirine ser mala endamê malbenda Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê yê Xaneqînê Reşîd Îbrahîm Mistefa.’’

Li gor daxuyaniyê ‘’Di wê êrîşê de Heşdî Şeibî birayê mezin ê endamê malbenda partiya me yê bi navê Necîm Îbrahîm Mistefa ku heman demê de endamekî giring ê partiya me ye birîndar kirine, birayê wî yê din ê bi navê Dilêr Îbrahîm Mistefa bi dîl ketiye dest hêzên Heşdî Şeibî û piştre jî wesayîta wî şewitandine.’’

Herwaha hat gotin: ‘’Piştî wê êrîşê endamên sînorê malbenda Xaneqînê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê berevaniyek baş kirine, lê hêzên heşdî şeibî heta naha jî navçe dorpêç kirine û heta naha jî Dilêr Îbrahîm Mistefa bê serûşûm e.’’

Basnews
Top