Rêveberiya Xweser zêdetirî 5 hezar dibistan birêve dibe
Zanyariyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine ragihandin, diyar dikin ku nêzîkî 800 hezar şagirtên xwendinê hene, li ser 5 hezar û 78 dibistanan hatine dabeşkirin û 42 hezar û 852 mamoste wan perwerde dikin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku sala 2014an ew derbasî dibistanan bûn û di heman salê de Komîteya Rêbazên Xwendinê ji 7 kesan hate avakirin. Di nav de endamên pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryan hene. Rêbazên pola yekem heta sêyem hatin derbaskirin. Piştre heta pola şeşem. Sala piştî wê rêbaza Rêveberiya Xweser derbasî pola nehem bû. Îsal jî, ew rêbaza xwendinê, derbasî pola dehem a lîseyê bû.
Di vê çarçoveyê de Semîra Hac Elî got: “Zimanên perwerdeyê Kurdî, Erebî û Siryanî ne. Hersê ziman jî, li Herêma Cizîrê fermî ne. Li dibistanan, bi piranî, rêbaz bi herdu zimanên Kurdî û Erebî ye. Lê Zimanê Siryanî heta pola şeşem e. Di nav de jî xwendekarên Ereb pirtûkeke Kurdî dixwînin ji bo ku fêr bibin, wiha jî xwendekarên Kurd pirtûkeke Erebî dixwînin.”
Semîra Hac Elî herwiha diyar kir: “Ji berî 10-15 salan ve, dibistanên Herêma Cizîrê bi sedema kêmguhdanê xirab in. Em jî zehmetiyan di çaksazkirina wan dibistanan de dibînin, lê di derbarê perwerde û xwendinê de, rewşa karê me baş e. Me mamoste jî rahênan û amade kirin û ev prose berdewam e. Di vî warî de jî roleke mezin a Zanîngeha Rojava heye.”
Herwiha destnîşan kir: “8 sala têrê nakin ji bo pêşxistin û geşepêdana xwendin û perwerdeyê di rewşeke şer de, helbet wê zehmetî, pirsgirêk û kêmanî hebin, ew astengî jî bêhtir di aliyê teknîkî de, ne di aliyê perwerde û rêbazan de ne. Lê li gorî karînên me yên hindik, em karê xwe berdewam dikin û hêviyên me hene ku alîkarî li gorî pêwîst, di vî warî de, bi me re bê kirin.”
Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî got: “Li Herêma Ferat 833 dibistan hene. Li Herêma Cizîrê 3 hezar û 116 dibistan hene. Li Cizîrê bêhtir ji 300 hezar xwendekarî hene. Xwendekarên Herêma Ferat jî 89 hezar û 608 xwendekar in. Li Herêma Ferat 4 hezar û 581 mamoste hene. Hejmara mamosteyan, li Herêma Cizîrê 23 hezar derbas kiriye.”
Bi gotina Semîra Hac Elî, sîstema ezmûnan bêhtir bi awayê nirxandinê ye, li seranserî sala xwendinê, ne ku tenê li ser asta ezmûnên heftiya dawî ya salê ye, ji ber ku asta xwendekar, ne tenê li gorî ezmûna dawiya salê diyar dibe, lê belê li gorî tevaya salê.
Rudaw
