• Saturday, 14 February 2026
logo

Sererastkirina yasaya erkê xweparastinê vê hefteyê tê pesendkirin

Sererastkirina yasaya erkê xweparastinê vê hefteyê tê pesendkirin
Sererastkirina yasaya erkê xweparastinê ya Rêveberiya Xweser, di nava vê hefteyê de, tê pesendkirin û ragihandin.



Çavkaniyekê ji Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku "Di nava vê hefteyê de, sererastkirina yasaya erkê xweparastinê tê pesendkirin û ragihandin".



Zanyariyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine nîşanê bi wê yekê didin ku Komîteya Yasadanînê li Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser berê projeya serastkirina yasaya erkê xweparastinê gotûbêj kiribû.



Yek ji diyartirîn madeyên projeyê, madeya efûkirinê ye. Tê de hatiye ku "Jidayikbûyên salên 1986, 1987, 1988, 1989 û li gorî reşnivîsa projeyê têne efûkirin, lê ew kesên ku niha di erkê xweparastinê de ne, ji kesên jidayikbûyên wan salan, li xwe nagire."



Li gor reşnivîsa dawî ya projeya sererastkirina yasayê, dema xizmeta leşkeriyê li deverên desthilata Rêveberiya Xweser sal û nîvek e.



Madeya 13 ya projeyasayê dibêje: "Temenê raspardinê ji bo lawan ji 18 salî destpê dike û her kesek wî erkî neke, ew erk heta temenê 38 salî li ser wî dimîne."



Madeya 14 jî dibêje: "Jidayikbûyên 1/1/1991 û ji wan biçûktir erk li ser wan e heta digihine temenê 38 salî."



Encûmena Yasadanînê ya Rêveberiya Xweser di sala 2014an de yasaya erkê xweparastinê pesend kir.

Rudaw
Top